Şîyana Mertala “Mecîd” di manovra Zulfeqar a Artêşa Îranê da hat nîşandan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338533-Şîyana_mertala_mecîd_di_manovra_zulfeqar_a_artêşa_Îranê_da_hat_nîşandan
Mertala mûşekî ya nizimfirr a Artêşa Îranê ya bi navê “Mecîd” û mertala kontrolkirina topan a “Xatem” di manovra Artêşê ya bi navê Zulfeqar’ê da bi awayekî serekvtî hatin ceribandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2022 15:08 Asia/Tehran
  •  Şîyana Mertala “Mecîd” di manovra Zulfeqar a Artêşa Îranê da hat nîşandan

Mertala mûşekî ya nizimfirr a Artêşa Îranê ya bi navê “Mecîd” û mertala kontrolkirina topan a “Xatem” di manovra Artêşê ya bi navê Zulfeqar’ê da bi awayekî serekvtî hatin ceribandin.

Di dewama qonaxên sereke yên manovra Zulfeqar a Artêşa Îranê da, xwefirên dijminê kivşkirî ku dil hebûn derbasî herêma giştî ya manovrê bibin, ji hêla mertalên radarî va hatin naskirin û şopandin û bi saya mertala mûşekî ya nizimfirr a Mecîd û mertala kontrolkirina topan a Xatem’ê hatin jordaxistin.

Mertala mûşekî ya berevanîya hewayî ya Mecîd mertala yekan a mûşekî ya elektro-optîk bi birra wê 8 kîlometr e, û ji ber ku gellekî lezgîn e mertalên mûşekî yên dijmin nikarin ewê bişopînin.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê her sal manovra Zulfeqar’ê li deverên başûr-rojhilat û peravên Mekranê li dar dixe û ya îsal jî ji berbanga Înîyê va dest pê bû.