Mijdar 09, 2022 13:39 Asia/Tehran
  • Îranê himberî gotinên Serokomarê Azerbaycanê bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî gotinên vê dawîyê yên Serokomarê Azerbaycanê yên derbara piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji Ermenistanê da got: Sîyaseta bingehîn a Tehranê ser bingeha cînaretîya baş û berfirekirina peywendîyan digel hemî cîranan hatîye danînê û xurtkirina peywendîyan digel her cînarekî ne bi wateya peywendîya dijî cînarê din e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî sîyaseta bingehîn a Komara Islamî ya Îranê têkildarî minaqişeya demdirêj a di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê da li ser devera Qerebaxê kir û got: Têhranê hertim pêgirî ser parastina yekperçetîya axê û çareserkirina biaştî ya nakokîyên di navbera Êrîwan û Bakûyê da, bi berçavgirtina mafan di çarçova mafên navnetewî da kirîye, lewma dagirkirina axa Komara Azerbaycanê şermezar kirîye û di astên herîbilind da piştgirî daye azadkirina wê.

Kenanî lidarxistina meşqa vê dawîyê li sînorên Ermenistan û Azerbaycanê karekî asayî û li gorî planê zanî ku cîran bi awayekî fermî jê hatine agahdarkirinê û careka din pêgirî kir: Rêya çareserkirina pirsgirêkên Qefqasyayê ne ew e ku hawara xwe bibin hêzên derveyî herêmê, belkî ji paytexta welatên herêmê derbas dibe û Komara Islamî ya Îranê careka din radigihîne ku amade ye alîkarîyê bide çareserkirina meseleyên di navbera her du cînaran da mayî, bi awayên dualî, sêalî û destpêşxerîya herêmî ya şeşalî li Têhranê.

Serepeyv