Emîr-Ebdullahiyan îro pêşwaziya wezîrê derve yê Belarûsê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337287-emîr_ebdullahiyan_îro_pêşwaziya_wezîrê_derve_yê_belarûsê_dike
Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, li Tehranê dê îro mêhvandariya "Vladimir Makî" wezîrê karên derve yê Belarûsê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2022 05:21 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan îro pêşwaziya wezîrê derve yê Belarûsê dike

Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, li Tehranê dê îro mêhvandariya "Vladimir Makî" wezîrê karên derve yê Belarûsê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, wezîrên karên derve pêştir li kêleka 77`emîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê civiyan û li ser mijarên dualî û pêşhatên navçê gotûbêj kirin.

Di vê hevdîtinê de wezîrên karên derve yên Îran û Belarûsê li ser îradeya xwe ya ji bo cîbicîkirina lihevkirinên hevpar û pêşxistin û kûrkirina peywendiyan heta ku dibe bila bibe tekez kirin.

Pêşhatên li Efxanistanê, piştgirîkirina pêvajoya piralîbûnê, rûbirûbûna mueyîdeyên yekalî yên Amerîkayê û zêdekirina şêwirên siyasî û pisporî li civîn û saziyên navneteweyî yên pispor ji mijarên din ên vê gotûbêjê bûn.