Tîrmeh 23, 2022 23:25 Asia/Tehran
  • Li Îranê 26 kes ji ber Koronayê mirin

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Li Îranê di 24 saetên dawî de 26 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine jiyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya kesên ku ji ber vê nexweşiyê mirine gihîşt 141 hezar û 650 kesan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî û Ragihandina Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, duh heta îro (şemî) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 6 hezar û 921 nexweşên nû bi Kovîd-19ê hatin tespîtkirin û ji wan 726 kes li nexweşxanan hatine razandin.

Li Îranê hejmara tûşbûyên Covid-19ê gihîşt 7 milyon û 319 hezar û 322 kesan.
Heta niha 7 milyon û 72 hezar û 359 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxaneyan derketine.

834 nexweşên bi Kovîd-19ê li beşên lênihêrîna taybet ên nexweşxaneyan di bin çavdêriyê de ne.

Ji ber zêdebûna pêketiyên Koronayê, zêdebûna van nexweşan di nexweşxaneyan de û zêdebûna bajarên sor û porteqalî li hemû qadên vekirî û sergirtî, li ser bikaranîna maskeyan pêgîrî bûye.

Vîrûsa Koronayê li seranserê cîhanê bûye sedema mirina 6 milyon û çarsed û yek hezar û 584 kesan.

Korona heya niha çar mutasyonên genetîkî yên xeternak hene, di nav de alpha, beta, gamma û delta, û Amicron guhertoya herî dawî ya vê vîrusê ye.

Serepeyv