Tîrmeh 21, 2022 09:02 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya dawî ya civîna yekitiyê li navçê: Rêjîma Siyonîst; Sedema sereke ya qeyranên alema Îslamê ye

Beşdarên yekemîn lûtkeya navçeyî ya Yekitiyê li daxûyaniya dawîn de, mijara Filistînê di serê mijarên umeta Îslamî de û Rejîma Siyonîst sedema sereke ya qeyranên cîhana islamê bi nav kirin.

Yekemîn civîna herêmî ya yekitiya Îslamî bi sernavê “Kurdistan sembola pêkanîna yekitiya netewa îslamî û pêkvejiyana etnîsîteyan û olan” roja Çarşemê li bajarê Seneyê yê navenda parêzgeha Kurdistana Îranê hat lidarxistin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê; Di daxûyaniya dawî ya vê lûtkeyê de hatiye ku, qeyranên herî mezin ên ku niha cîhana Îslamê pê re rû bi rû ye, parçebûn, jihevketina welatên Îslamî û nebûna baweriyê di navbera hikûmetan de ye.

Di vê daxûyaniyê de hat ragihandin ku tekane rêya rûbirûbûna qeyranên niha yên cîhana Îslamê, berxwedan, rawestana hizrî, çandî, aborî, siyasî û leşkerî ye.

Ev daxûyaniya han amaje bi vê yekê jî dike ku diyardeya hovane û bi xuf a terorîzmê ku hin welatên îslamî girtiye ber xwe, berdewamiya heman terorîzma siyonîstî û komploya Amerîkayê ye ku armanca dawîn a wê pêkanîna serdestiya li ser misilmanan piştî ji nû ve xêzkirina nexşeya cîhana islamê û birêvebirina proja "Bêserûberî û Aloziya Birêvebirî"  ye da ku paşê bigihêje armanca xwe ya afirandina qaşo "Rojhilata Navîn a nû".

Di vê daxûyaniyê de beşdarên lûtkeya yekem a yekitiyê li herêmê ji hikûmet û neteweyên islamî xwestin ku heta ji destên wan tê, girîngiyê bidin mijara Filistînê û rê nedin qeyranên sexte yên heyî ku wan ji vê giringiyê dûr bixe.

Beşdarên civînê her wiha bal kişandin ser metirsiyên ku hin welatên îslamî bi taybet Sûriye, Yemen, Iraq û Efxanistanê pêre rû bi rû ne û amaje bi komkirina hemû îmkanan û hewla ducarî ji bo rêgirtina li perçebûna van welatan û pêkanîna aramî û ewlehiyê li navçeyê kirin.

Di vê daxûyaniyê de, li ser pêwîstiya hevkariya di navbera saziyên perwerdeyî û lêkolînî, navendên zanistên olî û zanîngehên Îran û Herêma Kurdistana Iraqê de ji bo belavkirin û pêşvebirina çanda nêzîkbûn û pêkvejiyanê û pêşkêşkirin û nasandina cewhera rastîn a îslamê wek oleke li dijî tundî û tundrewiyê, hatiye sekinîn.

Ev daxûyaniya han amaje bi wê yekê jî dike ku, navçeyên Kurdistanî yên Îran û Iraqê wek keleha bihêz û sembola deshilatdariya her du welatan, dê wek berê bi hêz û rijd li hember komployên dijminên derve û kirêgirtî û nûnerên wan ên navxweyî rawestin.

Serepeyv