Tîrmeh 03, 2022 09:03 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêwendiyên Tehran û Şamê stratejîk in

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Abdullahiyan ku li Şamê ye, şeva Şemiyê got ku bê guman pêwendiyên Îran û Sûriyê pêwendiyên stratejîk in.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Abdullahiyan roja Şemiyê ji bo gotûbêjkirin û danûstandina nêrînan bi rayedarên payebilind ên Sûriyê re gihîşt Şamê û li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdullahiyan ku li civîneke çapemeniyê li gel hevtayê xwe yê sûrî Feysel El-Meqdad li Şamê axivî, got: Em bi hemû hêza xwe li gel Sûriyê li hemberî têrorîsmê radiwestin.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku Tehran amade ye her planekê ji bo çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê pêşkêş bike û got: Em li dijî her karekî leşkerî li Sûriyê ne.

Emîr-Ebdullahiyan amaje bi hevdîtina xwe ya ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed jî kir û diyar kir ku di vê hevdîtinê de pêwendiyên dualî û geşedanên li navçeyê nirxand.

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir: Îran dê hemû hewlên xwe ji bo rêgirtina li şerekî leşkerî li bakurê Sûriyê bike.

Emîr-Ebdullahiyan di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand ser wê yekê ku her operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê wê bibe sedema bêîstiqrariyê li herêmê û her destwerdaneke derve li herêmê ne rast e û dibe sedem ku rewşa deverê aloztir bibe.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Sûriye li bereya pêşiyê ya li hemberî siyonîstên dagîrker radiweste û em ji bo dabînkirina ewlehiya bi îstiqrar li navçê piştevaniya xwe ya xurt ji berxwedanê dikin.

Emîr-Ebdullahiya peywendiyên Têhran û Şamê stratejîk bi nav kir û diyar kir ku di serdana xwe ya Sûriyê de, mijarên berjewendiyên hevpar ên her du welatan bi taybetî hevkariyên demdirêj di warê aborî de hatin gotûbêjkirin.

Serepeyv