Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 2 nexweşên din ji ber koronayê li welat can dan.
Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, di nava 24 saetên borî de li Îranê 2 kesên din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê gihêşt 141 hezar û 379 kesan.
Her wiha ji duh heta îro (Înê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 232 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin ku ji wan 30 kes rakirin nexweşxanan.
Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 235 hezar û 928 kesan.
Li Îranê heta niha 7 milyon û 61 hezar û 352 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 547 milyon û 505 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 347 hezar kes jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.