Hezîran 21, 2022 22:33 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 4 nexweşên din ji ber koronayê li welat can dan.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, di nava 24 saetên borî de li Îranê 4 kesek din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê gihêşt 141 hezar û 370 kesan.

Her wiha ji duh heta îro (Sêşemê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 187 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin ku ji wan 38 kes rakirin nexweşxanan.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 235 hezar û 175 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 60 hezar û 813 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 544 milyon û 959 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 342 hezar kes jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv