Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 6 nexweşên koronayê li welat can dan.
Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Şemiyê) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 56 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li Îranê hatin tespîtkirin û 11 ji wan rakirin nexweşxanan.
Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyên Covid 19 li Îranê gihîşt 7 milyon û 233 hezar û 528 kesan.
Her wiha di nava 24 saetên borî de li Îranê 6 kesên din ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên ji ber Koronayê jî gihêşt 141 hezar û 349 kesan.
Li Îranê heta niha 7 milyon û 58 hezar û 665 nexweşên koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.
Nêzîkî mehekê ye hejmara qurbaniyên Koronayê li Îranê yek jimar e û ev rêje berdewam e.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 539 milyon û 908 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 330 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.