Hişyariya Wezîrê karên derve yê Îranê li sebebkarên biryarnameya Ajansê ya dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334389-hişyariya_wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_li_sebebkarên_biryarnameya_ajansê_ya_dijî_Îranê
Wezîrê karên derve yê Îranê bi twîtekê nivîsî: Eger sebebkarên biryarnameya dijî Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê şêwaza gefê bişopînin, ew ê berpirsê hemû dûhatên wî karî bijn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2022 04:26 Asia/Tehran
  • Hişyariya Wezîrê karên derve yê Îranê li sebebkarên biryarnameya Ajansê ya dijî Îranê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi twîtekê nivîsî: Eger sebebkarên biryarnameya dijî Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê şêwaza gefê bişopînin, ew ê berpirsê hemû dûhatên wî karî bijn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê berbanga Duşemê û di bereberê civîna Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê  da bi twîtekê bal kişande ser gotûbêja xwe ya telefonî tev Cozêp Borel Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û nivîsî: Me bi Cozêp Borel ra derbarê gotûbêja ji bo rakirina boykotan û çawaniya dewama wê gotûbêj kir.


Wî got: Eger sebebkarên biryarnameya dijî Îranê li A şêwaza xwe ya gefxwarinê bidomînin, ew ê berpirsê hemû dûhatên wê bin.


Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Em pêşwazî li lihevkirina baş, bihêz û mayînde dikin. Lihevkirin liberdest e. Eger ku Amerîka û sê welatên ewropî rastbîn bin.