Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.
Li gorî Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro yekşemê ragihand: Di 24 saetên dawî de 3 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihêşt 141 hezar 296 kesan.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, ji duh heta îro pêncşemê 217 nexweşên nû bi vîrusa koronayê (Covid-19) li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan gihîşt 7 milyon û 231 hezar û 99 kesan.
Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 41 hezar û 125 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.
Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 529 milyon û 850 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 306 hezar kes jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.