May 19, 2022 23:24 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku 9 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Li gorî Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand: Di 24 saetên dawî de 9 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) canê xwe ji dest dane û hejmara miriyan gihêşt 141 hezar 253 kesan.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Li gorî pîvanên teqez ên teşhîsê, ji duh heta îro 280 nexweşên nû bi vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan gihîşt 7 milyon û 229 hezar û 354 kesan.

Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 28 hezar û 787 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 30 hezar û 140 dozên vaksîna Koronayê li wî welatî hatiye derzîkirin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand: Heya niha 64 milyon û 473 hezar û 721 kesan doza yekem, 57 milyon û 762 hezar û 530 kesan doza duyem û 27 milyon û 382 hezar û 773 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine. Hejmara vaksînên ku li Îranê hatine derzîkirin heta niha gihîştiye 149 milyon û 619 hezar û 24 dozan.

Serepeyv