Wezîrên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê bi telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333956-wezîrên_derve_yên_Îranê_û_komara_azerbaycanê_bi_telefonê_axivîn
Wezîrên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê derbarê alûgorên herî dawî yên têkiliyên dualî bi taybet di warên siyasî, aborî, bazirganî, konsûlî, parlimanî û cihanîna lihevkirinên komîsiyona hevpar a aborî ya du welatan şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2022 17:08 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê bi telefonê axivîn

Wezîrên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê derbarê alûgorên herî dawî yên têkiliyên dualî bi taybet di warên siyasî, aborî, bazirganî, konsûlî, parlimanî û cihanîna lihevkirinên komîsiyona hevpar a aborî ya du welatan şêwirîn.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Ceyhûn Bayramov wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê roja Şemiyê di gotûbêja telefonî tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê da, got ku ew ê ji bo hevdîtin û danûstandina derbarê berfirehkirina hevkariyên du welatan bi zûtî serdana Tehranê bike.

Wezîrê derve yê Îranê di Kanûna 2021ê da bi serdaneke yekrojî çû Bakûyê û di gel Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê civiya.