Nîsan 14, 2022 00:38 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran û Ukraynayê

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê ji ber şandina tîmeke pizîşkî ya Komara Îslamî ya Îranê bo wî welatî spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Dîmîtro Kolba" wezîrê karên derve yê Ukraynayê, roja çarşemiyê li bara peywendiya xwe ya telefonî bi "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Îranê ra ti Twitterê de nivîsî: Îran piştgiriya çareseriya dîplomatîk a şerê Rûsya û Ûkraynayê dike.

Ev duyemîn peywendiya telefonî ya di navbera Emîr-Ebdullahiyan û Kolba de ye ji destpêka êrişa serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê.

Wezîrê karên derve yê Îranê di meha Adarê ya derbasbûyî de li peywendiyeke telefonî li gel wezîrê karên derve yê Ukraynayê, helwesta Îranê li hember dijberiya şer û pêwîstiya berçavgirtina çareseriya siyasî û gotûbêja dîplomatîk şirove kir.

Emîr-Ebdullahiyan amaje bi koka kirîza Ukraynayê jî kir û got: Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya her hewleke siyasî bo çareserkirina vê qeyranê dike.

Rûsyayê piştî ku serxwebûna du komarên bi xwe ragihandî yên "Donetsk" û "Luhansk"  li rojhilatê Ukraynayê bi fermî nas kirin, di 24ê Sibatê de fermana êrîşa ser Ukraynayê da.

Serepeyv