Nîsan 05, 2022 22:49 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand: Di heyama 24 saetên borî de 39 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara qurbaniyên vê nexweşiyê li Îranê gihîşt 140 hezar û 407 kesan.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (Sêşemê) li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, li Îranê 4 hezar û 615 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin ku 477 nexweş ji wan rakirin nexweşxanan; Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd 19ê li welêt derket 7 milyon û 175 hezar û 780 kesan.

Li gorî vê raporê heta niha 6 milyon û 895 hezar û 961 nexweşên Covîd-19 sax bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 492 milyon û 914 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 179 hezar kesan jî ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv