Adar 25, 2022 23:52 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Emîr-Ebdullahiyan bi Serokomarê lubnanê û rayedar û berpirsên din ên Lubnanî re

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Beyrûtê bi serokomarê Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê îro Înê bi Mîşêl Aûn serokomarê Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li hevdîtina tev serokomarê Lubnanê, pêgirî kir: Îran encamên pêşhatên navçê di berjewendîya hemû navçê û Lubnanê da dibîne.

Wezîrê Derve yê Îranê duh (Pêncşemê) di duyemîn mebesta geşta xwe de ji Şamê çû Beyrûtê.

Husên Emîr Ebdullahiyan li Lubnanê bi berpirsên payebilind ên Lubnanê re, ji wan serokwezîr Necîb Miqatî, serokê parlemanê Nebîh Bêrî û wezîrê derve Ebdula Bûhebîb, û sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Seyid Hesen Nesrullah re civiya.

Di van hevdîtinan de rewşa Lubnanê û navçê û rewşa pêwendî û hevkariyên Îran û Lubnanê hatin hilkolandin û wezîrê derve yê Îranê di van hevdîtinan de tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê amade ye di warên curbicur alîkariya Lubnanê bike.

Husên Emîr-Ebdullahiyan dema gihişte Beyrûtê ji rojnamevanan re got: "Em li Beyrûtê ne ji ber ku peywendiyên her du welatan pir baş in û me li ser mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî bi rayedarên Lubnanê re şêwirên rêkûpêk û avaker hene."

Serepeyv