Adar 25, 2022 09:47 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi Wezîrê Derve yê Lubnanê re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh piştî ku berêvarê gihêşte Lubnanê bi Wezîrê Derve yê Lubnanê re civiya.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê bi Ebdullah Bu Hebîb wezîrê karên derve yê Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Derve yê Îranê duh berêvarê bi Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berrî civiya.

Emîr-Abdullahian çend saet berê wê jî li Lubnanê bi rêberên Filistînê re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Derve yê Îranê duh danê nîvro (pêncşemê) ji Sûriyê çû Beyrûtê û bi rayedarên Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Serepeyv