Adar 25, 2022 09:21 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li Lubnanê bi hejmarek ji grûp û serkirdeyên filistînî re civiya

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh li duwemîn serdana xwe ya ji bo Beyrûtê di mehên borî de, bi hejmarek ji girûp û rêberên filistînî yên li Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku duh danê êvarê giheşte Beyrûtê, li Balyozxana Îranê ya li Lubnanê bi hejmarek kom û rêberên filistînî yên li Lubnanê re hevdîtin pêk anî.

Emîr-Ebdullahiyan di wê geştê de, ligel hejmarek ji berpirsên Lubnanî û hevtayê xwe jî civiyz.

Emîr-Ebdullahiyan beriya niha di serdana xwe ya Sûriyê de bi rayedarên Sûriyê re hevdîtin kiribû.

Serepeyv