Amadebûna Îranê ji bo avakirina du santralên 1000 megawatî li Lubnanê
Adar 25, 2022 00:52 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ku çûye Lubnanê got: “Îran amade ye ku du santralên 1000 megawatî li Lubnanê ava bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Husên Emîr-Ebdullahiyan" wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku piştî nîvroya îro (pêncşemê) ji bo duyemîn meqseda seredana xwe ya navçê piştî Sûriyê gihêşte Lubnanê, ji rojnamevanan re dema gihîştina xwe ya Beyrûtê paytexta Lubnanê got: "Em amade ne ku piştgiriya xwe û hevkariya xwe ya girîng a bazirganî û aborî ji Lubnanê re bidomînin,"
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye du santralên 1000 MW li Lubnanê ava bike.
Eva duyemîn serdana Emîr-Ebdullahiyan bo Lubnanê ye piştî destbikarbûna wî wek wezîrê derve yê Îranê.