Adar 23, 2022 21:10 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îran

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê dibêje ku Tehran "Zêdetir ji her demekê" nêziktirî lihevkirina bi rêya gotûbêjên Viyenê bûye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê got: Tehran û hêzxurtên cîhanî zêdetir ji her demeke din nêzikî lihevkirina di gotûbêjên Viyenê bi armanca vejiyandina Lihevkirina Navokî ya sala 2015an bûne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di civîna nûçeyî ya di gel Feysel Miqdadê wezîrê derve yê Sûriyê li Şamê got: Eger Amerîka rastbînane tev bigere, em amade ne ku di pêşerojeke nêzik da bi beşdariya wezîrên derve di Komîsiyona Hevpar da li Viyenê, lihevkirinê bigihînin qonaxa wê ya dawiyê.

Emîr-Ebdullahiyan piştî civîna di gel hevpêşeyê xwe yê ssûrî li Şamê her wiha got ku Tehran pêşwazî li gotûbêjên nû di gel Sûriyê û welatine erebî dike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Min gotûbêjine baş û girîng di gel Bişar Esed serokkomar, Feysel Miqdad wezîrê derve û Elî Memlûk, Serokê Ofîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyê pêk anîn û me di van civînan da alûgorên herî dawî yên dualî, navçeyî û navneteweyî vekolandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha pêşwazî li nêzikatiya hin welatên erebî û hewilên ji bo asayîkirina pêwwendiyan di gel Sûriyê kir.

 

 

Serepeyv