Adar 13, 2022 00:42 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Sîstema navneteweyî diguhere

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi şerê Rûsya û Ukraynayê kir û got: Sîstema navneteweyî di dawiyê de diguhere û çermê xwe yê kevn davêje û yên nû peyda dike.

Rûsyayê di mehên dawî de daxwaza garantiyên ewlehiyê pêşkêşî  Amerîkayê û NATOyê kir û derbarê berfirehkirina Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li Rojhilata Ewropayê hişyar da, lê ev pêşniyar hatin redkirin.

Hevdem digel daxwazên dubare yên Ukraynayê ji bo endambûna di nav NATOyê de û wergirtina alîkariyên bi milyon dolaran ji welatên rojava, bû sedema êrişa Rûsyayê bo ser Ukraynayê di 24ê Sibatê de bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putinr.

Pevçûna li Ukraynayê didome û îro di roja xwe ya heftemîn de ye.

Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja şemiyê li 15`emîn konferansa salane ya xwendekar û mamostayên îranî yên li derveyî welat ku li Meşhedê li dar ket, got: şerê niha li Ukraynayê ji sê deh-salên borî ve hatiye amade kirin, lê niha gulleya wê berdane. 

Xetîbzade diyar kir ku siyaseta Îranê di derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de serbixwe ye û li ser siyaseta derve ye û got, Îran li dijî şer û daqurtandina cîhanê ji aliyê Amerîka û NATOyê ve ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: "Em bi têra xwe bi hêz in û ji bo parastina berjewendiyên neteweyî, serxwebûn û yekparçetiya welêt dest ji ti hewlekê bernadin û rê nedane ti kesî ku îstîsmar bike û destwerdanê bike." em pêvegirêdayiyê tu welatekî nînin."

Xetîbzade diyar kir ku berxwedan ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîngtirîn pênaseya berxwedanê ye û got, "Em di qonaxeke girîng a dîrokê de ne û welatekî me yê xwedî statû, hêz û şiyana bilind e, lê Rojava hewl dide Îran û Îranî xwe baş nas nekin û ew hewl didin ku serwet û elîtên me kêm bikin.

Serepeyv