Adar 03, 2022 19:38 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tenduristîyê: Îran di warê sillolên bingehîn di rêza 5 welatên yekem ên cîhanê da ye

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê got: Komara Islamî ya Îranê bi saya 800 navendên lêkolîna ser sillolên bingehîn, hezar nexweşxane û 150 hezar textên taybet bi nexweşan di rêza 5 welatên yekem ên cîhanê di vî warî da cî girtîye.

Behram Êynullahî Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê îro di merasima destpêbûna sûdwergirtina ji nexweşxana pisporî ya Şehîdên Tenduristîyê li şarê Melardê li başûrê rojavayê Têhranê da herwiha got: 250 hezar xwendekar li 63 zanîngehên zanistên pizişkî yên welêt mijûlê xwendinê ne.

Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê derbarê sekinîna himberî koronayê da jî got: Koronayê nîşan da ku zilhêzên sereke yên cîhanê tevî ewqas idiaya di warê pêşketinê da, nekarîn asta tûşbûyî û gorîyên koronayê li welatên xwe daxin.

Nexweşxana pisporî ya Şehîdên Tenduristîyê îro bi amadebûna Wezîrê Tenduristîyê yê Îranê li şarê Melardê hat vekirinê ku dikare 160 nexweşan wergire.

Serepeyv