Emîr-Ebdullahiyan: Têkiliyên Tehran-Yêrêvanê yên demdirêj berfire dibin
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Têkiliyên dostane û nêzîk ên Îran û Ermenistanê li ser bingeha peywendiyên dîrokî û şaristanî û berjewendiyên hevpar ên demdirêj her roj berfiretir dibin û qonaxên nû peyda dibin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li bersiva peyama pîrozbayî ya Ararat Mîrzoyan wezîrê karên derve yê Ermenistanê bi helkefta 43`emîn salvegera serketina inqilaba islamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê li ser bingeha îradeya gel û bi palpiştiya nirxên îslamî yên bilind, hertim hewil daye ku peywendiyên xwe bi hemû welatên cîhanê û bi taybetî welatên cîran re geş bike.
Emîr-Ebdullahiyan destnîşan kir: Bi hewlên dualî û cîbicîkirina planên hevkariyê yên Îran û Ermenistanê li warên curbicur, peywendiyên her du welatan dê zêdetir berfiretir bibin û ev pêwendî dê di çarçêva bihêzkirina îstiqrar û ewlehiyê li asta navçê de bibin.
Komara Îslamî ya Îranê yek ji welatên yekem bû ku di 25ê Kanûna Pêşîn a sala 1991ê de piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyetê serxwebûna Ermenistanê nas kir.