Çile 28, 2022 12:13 Asia/Tehran
  • Şêwirmendiya Emîr-Ebdullahiyan û Guterres li ser pêşhatên dawî yên li herêmê û danûstandinên Viyenê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara dawîn pêşhatên Yemenê û Efxanistanê û pêvajoya danûstandinên Viyenê gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li peywendiyeke telefonî li gel sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres amaje bi rewşa Yemenê û zêdebûna êrişan li ser deverên sivîlan li Yemenê kir û li ser berdewamiya helwêsta Îranê ji bo piştgiriya ji çareseriya siyasî ya bidawîkirina şerê Yemen pêgîrî kir.

Emîr Ebdullahiyan, amaje bi nêzîkatiya Netewên Yekgirtî ya ji bo bidawîkirina dorpêça mirovî, bi encam gihandina agirbestê û lidarxistina gotûbêjên siyasî li Yemenê kir û xwest ku sekreterê giştî yê NY roleke zêdetir li bidawîanîna dorpêça mirovî û rawestandina bombebarana berfireh li ser deverên sivîlan kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê pêvajoya gotûbêjên Viyenê erênî nirxand û cardin li ser îradeya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina lihevhatineke baş di zûtirîn dem de pêgîrî kir.

“Amir Ebdullahiyan” her wiha di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişande ser nebûna baweriyê derheq desthilatdarên Koşka Spî û pêdagirî li ser pêwîstiya tedbîrên pratîkî û berçav û piştrastkirî ji aliyê rojava û Amerîkayê ve ji bo îsbatkirina rêkeftineke mayînde û pêbawer, kir.

Di vê peywendiya telefonî de, Sekreterê Giştî yê NYê jî helwêstên avaker ên Îranê di warê piştgirîkirina pêvajoya aştiyê, bidawîhatina êrişên leşkerî, berçavgirtina mijarên mirovî û destpêkirina gotûbêjên siyasî ji bo çareserkirina krîz û pirsgirêkên Yemenê, erênî nirxand û sipasiya Îranê kir.

Guterres herwiha tekezî li ser berdewamiya hewlên pêkanîna hikûmeteke berfireh ku ji kom û grûbên etnîkî yên curbicur li Efxanistanê pêk tê, kir û li ser dabînkirina şert û mercên guncaw ji bo hemû welatiyên Efxanistanê, bi taybetî ji bo jin û zarokan, ji bo bidestxistina mafên mirovan û îmkana îstifadeya ji perwerdehî û xwendinê tekez kir.

Berçavgirtina rewşa penaberên Efxanistanê, pêwîstiya pêkanîna hikûmeteke berfireh li Efxanistanê, amadebûna Îranê ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî yên navdewletî ji Efxanistanê re ji mijarên din ên peywendiya telefonî ya Emîr Ebdullahiyan li gel Sekreterê Giştî yê NYê bûn.

Serepeyv