Amarên dawî yên Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 42 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 348 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemiyê 25 Kanûna 2021 li Îranê hezar û 121 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 182 hezar û 905 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 24 hezar û 211 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 446 hezar û 551 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdanê.
Wezareta Tenduristiyê ragihand: 59 milyon û 464 hezar û 524 kesan doza yekem, 51 milyon û 96 hezar û 388 kesan doza duyem û 5 milyon û 478 hezar û 443 kesan jî dermana sêyem a derziyê wergirtine. Hejmara vasînên ku li Îranê hatine derzîkirin gihîştiye 116 milyon û 39 hezar û 355 dozan.