Kanûn 06, 2021 23:13 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Em li dû xurtkirina pêwendiyên Têhran û Şamê bi taybet di warên aborî û ticarî da ne

Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyên Îran û Sûriyê stratejîk da zanîn û li ser xurtkirina bingehên xurt ên pêwendiyên du welatan bi taybet di warên aborî û ticarî da tekez kir.

Seyid Îbrahîm reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina bi Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê ra, di beşeke gotinên xwe da, dewama hebûna neqanûnî ya hêzên biyanî li navçeyê û axa Sûriyê ji bo ewlehiya navçeyê xeternak da zanîn û got: DAIŞ çêkiriya destê amerîkiyan e û roja îro hebûna DAIŞ û Amerîkayê li her derê navçeyê, ziyaneke mezin ji bo ewlehî, aramî û asayîşa gelan e.

 

Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê roja duşemiyê bi pêşwaziya fermî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê derbarî Têhranê bû.

Serepeyv