Kanûn 05, 2021 20:32 Asia/Tehran
  • Xetîbzade ragihand: Wezîrê karên derve yê Sûriyê îşev li Têhranê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Wezîrê Derve yê Sûriyê îşev digihêje Tehranê.

Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro yekşemê got: ``Feysel El-Miqdad` wezîrê karên derve yê Sûriyê dê sibê li Têhranê bi wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re bicive û li ser mijarên ku her du alî hene gotûbêj bikin.

Pêştir rojnama El-Wetan a Sûriyê behsa serdana Feysel El-Miqdad bo Tehranê kiribû û ragihandibû ku Beşar Ceferî, cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê jî dê di wê geştê de bi Miqdad re bibe.

Emîr-Ebdullahiyan pêştir destnîşan kiribû ku peywendiyên Tehran û Şamê stratejîk in û got: Sûriye rojên dijwar derbas kirine û Komara Îslamî ya Îranê dê li geşkirina peywendiyên her du welatan çalak be.

Emîr-Ebdullahiyan piştî ku bû wezîrê karên derve yê Îranê heta niha du caran çûye Şamê, paytexta Sûriyê.

Serepeyv