Li Îranê 86 kesên din ji ber nexweşiya koroner mirin
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 86 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 129 hezar û 462 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 26ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 384 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 102 hezar û 56 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 841 hezar û 870 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Vê gavê 3 hezar û 372 nexweşên bi Kovîd 19ê ketine di beşa tedawî û lênihêrîna kûr a nexweşxanan da hatine razandin.
Her wiha 22 bajar di rewşa porteqalî ya nexweşiyê, 207 bajar bi rengê zer û 219 bajar jî bi rengê şîn ên nexweşiya Koronayê de ne û şukra Xwedê niha Îran li derveyî pozîsyona sor a Koronayê ye.