Xetîbzade: Amerîka bi berevajîkirina rastiyêê ti tiştek bi dest naxe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330229-xetîbzade_amerîka_bi_berevajîkirina_rastiyêê_ti_tiştek_bi_dest_naxe
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî: "Amerîka bi berevajîkirina rastiyan ti tiştek bi dest naxe û biryarên biaqilane yên wekî bidawîkirina Têkçûna Herî Zêde dibe ku encamê bide."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2021 20:16 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Amerîka bi berevajîkirina rastiyêê ti tiştek bi dest naxe

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî: "Amerîka bi berevajîkirina rastiyan ti tiştek bi dest naxe û biryarên biaqilane yên wekî bidawîkirina Têkçûna Herî Zêde dibe ku encamê bide."

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbazade îro Sêşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: Amerîka hîn berdewam li ser belavkirina daxuyaniyên derew e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di berdewamiya twîtterê de nivîsî: Lidarxistina civîneke şanoyê ji bo kişandina wêneyekî komî bi armanca sepandina behseke derew derbarê pêwîstiya “vegera dualî bo Rêkeftina Navokî” vê rastiyê naguherîne ku berevajî Amerîkayê, Îran ti carî ji Rêkeftinê derneketiye.