Mijdar 21, 2021 21:28 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 104 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 128 hezar û 956 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Yekşemê 21ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 4 hezar û 340 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 650 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 77 hezar û 438 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku çukra Xwedê heya niha 5 milyon û 783 hezar û 425 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 56 milyon û 653 hezar û 947 kesan doza yekem, 44 milyon û 726 hezar û 47 kesan doza duyem û 765 hezar û 235 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 102 milyon û 145 hezar û 229 dozî. 

Serepeyv