Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 135 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 127 hezar û 686 kesan
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê 10ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 7 hezar û 948 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 430 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 12 hezar û 408 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 643 hezar û 381 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Li gorî amarên fermî yên welatan, heta niha zêdetirî 251 milyon û 724 kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 5 milyon û 82 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê mirine.