Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 112 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 127 hezar û 551 kesan
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 9ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 8 hezar û 305 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 4 hezar û 460 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 629 hezar û 596 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku şev û roja borî 882 hezar û 603 dozên vaksîna korona li wî welatî hatine lêdan.
Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 55 mîlyon û 405 hezar û 154 kesan yekem doza vaksîna koronayê û 40 mîlyon û 193 hezar û 198 kesan jî doza duyemîn a vê vaksînê û 268 hezar û 638 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksîna hatî lêdan li welêt gihîştiye 95 mîlyon 866 hezar û 990 dozê.