Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 120 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 127 hezar û 173 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemiyê 6ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 6 hezar û 803 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 980 hezar û 260 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 588 hezar û 545 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 54 mîlyon û 977 hezar û 728 kesan yekem doza vaksîna koronayê û 38 mîlyon û 435 hezar û 297 kesan jî doza duyemîn a vê vaksînê û 149 hezar û 592 kesan jî doza sêyemîn wergirtine. Jimara giştî ya vaksîna hatî lêdan li welêt gihîştiye 93 mîlyon 562 hezar û 617 dozê.