Cotmeh 29, 2021 22:24 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 123 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 125 hezar û 998 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Înê 29ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 9 hezar û 893 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 285 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 909 hezar û 402 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 481 hezar û 737 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gorî amarên fermî  yên welatan, heta niha zêdetirî 246 milyon kes li seranserê cîhanê tûşî vîrusa koronayê bûne û zêdetirî 4 milyon û 998 hezar kes jî bi nexweşiya Covid-19ê mirine.

Serepeyv