Cotmeh 20, 2021 16:36 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 167 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 124 hezar û 423 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Yekşemiyê 17ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 13 hezar û 308 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 783 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di mala xwe de di karantîneyê de man.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 809 hezar û 967 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 347 hezar û 483 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 49 mîlyon û 374 hezar û 208 kes yekem doza vaksîna koronayê û 26 mîlyon û 6 hezar û 109 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya vaksîna hatî lêdanê li welêt gihîştiye 75 mîlyon 380 hezar û 317 dozê.

Serepeyv