Cotmeh 09, 2021 21:24 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Bila berpirsên welatê cînar û bira anku Efxanistanê sebebkarên xwînmij ên cinayeta Qundûzê darizînin

Li pey bûyera diltezîn a teqîna li mizgefteke parêzgeha Qundûza Efxanistanê û candana hejmareke nimêjkaran, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi peyamekê li sser darizandina sebebkarên vê cinayeta mezin û pêşîlêgirtin li dubarebûna karesatne wiha tekez kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê bi peyamekê ragihand: Bûyera tehl û diltezîn a teqîna li mizgefta navçeya Xan Abada parêzgeha Qundûzê ku di encamê da hejmareke zêde ya mominan can dan, em xengîn kirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ragihand: Çaverêtiya cidî ji berpirsên welatê cînar û bira anku Efxanistanê heye ku sebebkarên xwînmij ên vê cinayeta mezin darizînin û bi tevdîrên pêwîst pêşî li dubarebûna karesatine wiha bigirin.

Wî her wiha ji Xwedayê mezin daxwaza berzbûna cîgehê û rehmetê jibo şehîdên vê bûyerê û şefaya zû jibo birîndaran û sebr û hedarê jibo yên mayî kir.

Nîvroja Îniyê ji ber êrîşa terorîstî li mizgefta Seyid Abadê li bakurê Efxanistanê, bi dehan kes ji şîeyan şehîd an birîndar bûn.

Piştî çend saetan, Koma terorîst a DAIŞê berpirsiyariya êrîşa xwekujiyê li ser vê mizgeftê girte ustiyê xwe.

 

Serepeyv