Îlon 22, 2021 08:48 Asia/Tehran
  • Destpêbûna hefteya berevaniya pîroz li seranserî Îrana îslamî

îro Çarşemî 22 Îlonê hevçax e digel salroja destpêbûna şerê tehmîlî ji aliyê rejîma Beis a Iraqê dijî Komara Îslamî ya Îranê.

 Îro 22`ê Îlonê salvegera destpêbûna şerê sepandî yê heştsalî yê Rejîma Beisa Iraqê (Bi serkirdetiya dîktatorê îdambûyî yê Iraq, Sedam) dijî Komara Îslamî ya  Îranê û destpêbûna  Heftiya Parastina Pîroz e.

Artêşa Rejîma Beisa Iraqê li 31 şehrîvera sala 1359an a Koça Tavî (22ê Îlona 1980î) bi vê xeyalê ku dikare li hefteyekê da Tehranê dagîr bike, êrişeke berfireh dijî gelê Îranê dest pê kir.

Hema ji wê salê heta niha ji roja destdirêjiya eskerên rejîma Beis a Iraqê ser axa Îranê bo hefteyek wek "Hefteya Berevaniya Pîroz" tê naskirin û rê û resmên curbicur li seranserî Îranê bi rê dikevin û xelkê Îranê şehîdên xwe yên ku bona berevaniya ji axa welêt canê xwe fîda kir, bi bîr tîne.

Rejîma Beisa Iraqê bi serokatiya Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê hizr dikir ku dikare bi êrişa ser gelê Îranê, Înqilaba Îslamî ya Îranê ku inqilabekî nû bû ji nav bibe, lê rûdawên piştî şerê tehmîlî nîşan dan ku Sedam û alîgirên wî yanî welatên rojavayî qet gelê Îranê nas nekiriye.

Li 8 salan berevaniya pîroz, Artêşa Rejîma Beis a Iraqê li xizmeta hedef û armancên welatên biyanî û rojavayî bû û wan welatan jî her cure çek û sîlahek dane eskerên Beisî, lê ji ber mêrxasiya gelê Îranê, serê axir jî rejîma Beisa Iraqê rastî işkestê hat.

Deskevta dewrana "Berevaniya Pîroz" nîşan da ku tevî tengasî û zext û zorên zav ên aborî û malî gelê Îranê dikare bi palpiştiya Xwedayê teala li hemberî zorbêjan bisekine û bi ser keve.

 

 

Serepeyv