Tebax 21, 2021 08:46 Asia/Tehran
  • Sipasiya Mewlewî Ebdulhemîd ji Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li pey tayînakirina welatiyekî sune wek Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Îranê

Pêşnimêjê îniyê yê suneyên Zahidanê di nameyekê bo Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sipasiya wî ji ber tayînkirina welatiyekî sune wek Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Mewlewî Ebdulhemîd, Pêşnimêjê suneyên Zahidanê di vê nameyê da tayînkirina bijardeyekî sune wek Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Hezretê ayetullah Xamineyî, Fermandarê mezin ê gişt hêzan kiryareke xwedapesendane da zanîn û tekez kir ku ev kiryara Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bûye sebeba hêvîdariya civata suneyan.

Pêşnimêjê suneyên Zahidanê her wiha ev tayînkirina wek temamkirina hincetê jibo hemî berpirsan da zanîn û hêvîdarî kir ku bi dewama vê pêvajoya pîroz, dewleta nû û erkanên din ên hikûmetê jî bi mînakgirtina Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, bi riya bikaranîna kesên hêja yên sune û bikaranîna şiyanên wan, pêngaveke girîng di riya xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî rakin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Fermandarê mezin ê gişt hêzan bi hikmekî emîr edmîral Şehram Îranî wek Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn kir.

 

Serepeyv