Iraqçî: Gotûbêjên Viyenê divê li benda dewleta nû li Îranê bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327697-iraqçî_gotûbêjên_viyenê_divê_li_benda_dewleta_nû_li_Îranê_bimîne
Ebas Iraqçî Alîkarê wezîrê karên derve û serokê txima Îranê di gotûbêjên Lihevkirina Navokî di twittekê da destnîşan kir ku gotûbêjên Viyenê divê li benda delweta nû li Îranê bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2021 03:50 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Gotûbêjên Viyenê divê li benda dewleta nû li Îranê bimîne

Ebas Iraqçî Alîkarê wezîrê karên derve û serokê txima Îranê di gotûbêjên Lihevkirina Navokî di twittekê da destnîşan kir ku gotûbêjên Viyenê divê li benda delweta nû li Îranê bimîne.

Li gorî rapora êvara Şemiyê ya IRNAyê, Iraqçî nivîsî: Em di serddema veguhestinê da ne û veguhestineke demokratîk a desthilatê li Têhranê pêk tê.

Wî her wiha nivîsî: Diyar e ku gotûbêjên Viyenê divê li benda delweta nû li Îranê bimîne. Ev pêwîstiya her demokrasiyekê ye.

Iraqçî nivîsî: Amerîka û Brîtanya divê vê yekê tê bigihêjin û pêkanîna têkiliyê navbera danûstandineke mirovî - ku amadeyî cihanînê ne - bi cihanîna Lihevkirina Navokî rawestînin.

Wî her wiha ragihand: Danûstandina (zindaniyan) wek dîlê armancên siyasî berçavgirtin, dê bibe sebeba jidestçûna danûstandin û lihevkirinê.

 

Wî nivîsî: 10 zindanî ji hemî aliyan hema sibe dikarin azad bibin, eger Amerîka û Brîtanya sozên xwe di lihevkirina pêkhatî da cih bînin.