Rûhanî: Gişt pergal, nemaze gumrik, bi pergala bazirganî ya berfireh ve girêdide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327618-rûhanî_gişt_pergal_nemaze_gumrik_bi_pergala_bazirganî_ya_berfireh_ve_girêdide
Civîna 241mîn a Navenda Hevrêziya Aborî ya Hikûmeta Îranê roja Sêşemiyê, bi serokatiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî li dar ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 13, 2021 20:19 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Gişt pergal, nemaze gumrik, bi pergala bazirganî ya berfireh ve girêdide

Civîna 241mîn a Navenda Hevrêziya Aborî ya Hikûmeta Îranê roja Sêşemiyê, bi serokatiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî li dar ket.

Di destpêka vê civînê de, Wezîrê Rê û Bajarvaniya Îranê raporek li ser rewşa proseya îthal, barkirin û azadkirina kelûpelan, nemaze kelûmelên bingehîn ji hêla benderên welêt ve pêşkêş kir.

Li gor vê raporê ji bo zûtirkirina barkirin û veguhastina kelûpelên bi bendergeh û gumrikan ve zirûfa veguhastin û tranzîtê di sektorên rêhesin û riyên cadeyî hatiye zêde kirin.

Rûhanî bal kişande ser raporên derbarê dabînkirina kalûpelên bingehîn û zêdekirina zirûfên navgînên tranzît û transportê ji bo lezgînkirina veguhestina kelûpelan  û got: Hevkariya hemî dezgehan ji bo zûtirkirina azadkirina kelûpelên li gumrikan hewce ye.

Rûhanî herwiha got: "Birêxistina pergala bazirganî ya berfereh li welêt de, pêkhateya pêdivî jibo şefafî û pêşîgirtina li derengmayîna berheman û jinavbirina gendelî û îstifadeyên nerewa yên rantxwariyê dabîn kiriye, û pêdivî ye ku pêwendiya hemî sîsteman, nemaze gumrikan li Sîstema pergala berfireh heya dawiya Tîrmehê were kemilandin. . "

Di civîna îro ya navenda hevrêziya aborî ya hikûmetê de, serokê Heyva Sor jî raporek li ser pêngavên vê civatê jibo dabînkirina helîkopterên hewce, pêşkêş kir û biryarên pêwîst di vî warî de hatin girtin.