Civîna gelê Tehranê ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Îsraîlê li Xezayê
Civîna gelê Tehranê ji bo piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê, her wiha ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Îsraîlê li zîvala Xezayê li dar ket.
Li gor ajansa nûçeyan a Iran Pressê, çînûqatên curbicur ên gelê Tehranê îro berêvarê bi hildana ala Filistînê û qirîna sloganên "Mirin ji Amerîkayê re" û "Mirin ji Îsraîlê re" piştgirî dan gel û komên berxwedanê yên filistînî û bêzariya xwe ji cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê diyar kirin.
Van rojan, gelên welatên cûrbecûr ên îslamî bi beşdariya di xwepêşandanên protestokirinê piştgiriya didin neteweya Filistînê û êrişên hovane yên rejîma Îsraîl ser Xezeyê şermezar û protesto dikin.
Hêzên siyonîst ên dagirker roja Duşema borî (10ê Gulanê) li dijî Qiraxa Rojava Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê êrîşek hovane pêk anîn û di encamê de 218 Filistînî şehîd û bi sedan kes birîndar bûn.