May 08, 2021 12:27 Asia/Tehran
  • Erdhejê parêzgehên Kurdistan û Kirmanşanê hejandin

Îro 08.05.2021ê erdhejekî bi hêza 4.4 rîşteran li bajarokê Şiwêşe ya ser bi bajarê Sine li parêzgeha Kurdistana Îranê qewmî.

Li gor zanyariyên navenda erdhejê ya Îranê, erdhej saet 01:18ê ber bi sibehê ve pêkhatiye.

Navenda erdhejê bajarokê Şiwêşe ya ser bi bajarê Sine bûye û hat ragihandin erdhej 10 kîlometran bin erdê de pêkhatiye.

Navenda erdhejê 17 kîlometriya Şiwêşe, 24 kîlometre nêzîkî Sewlawa û 28 kîlometreyan jî nêzîkî bajarê Pawe bûye. Hat ragihand ku erdhejê parêzgeha Kirmaşanê jî hejand.

Li gor gotinên rêveberê giştî yê krîzên parêzgeha Sine Mihemed Felahî ti ziyaneke canî yê wê erdhejê tinebûye.

Serepeyv