Zerîf bi alîkarê Siltanê Omanê re hevdîtin pêk anî
Di civînek digel alîkarê Sultan Oman de, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêşhatên dawîn di têkiliyên her du welatan de û her wiha mijarên herêmî yên li gor berjewendiya hev du welatan gotûbêj kirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Çarşemê bi Fehd bin Mehmûd Alê Seîd, Alîkarê Siltanê Omanê, li Misqetê civiya.
Di civînek digel Fehd bin Mehmûd Alê Seîd alîkarê sultanê Omanê de, wezîrê karên derve yê Îranê pêşhatên dawîn di têkiliyên her du welatan de û her weha mijarên herêmî yên li gor berjewendiya hevdu gotûbêj kir.
Di civînê de, her du aliyan tekezî li ser berfirehkirina têkiliyên Îran û Oman kirin û biryara dan ji bo rakirina astengiyên heyî ti kêmasiyekê nekin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku di çarçoveya gera li heremê de li Omanê ye, îro li Misqetê bi Wezîrê Karên Derve yê Oman Bedir bin Hemmûd al-Buseîdîi re jî civiya û têkiliyên dualî û geşedanên li herêmê gotûbêj kirin.