Zerîf li ser cihatina rêkeftinên Komîsyona Hevpar a Hevkariyên Îran û Omanê tekez kir
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina wezîrê derve yê Omanê de li ser şopandin û cihatina rêkeftinên Komîsyona Hevpar a Hevkariyên aborî yên Îran û Omanê tekez kir.
Li gorî IRNAyê, Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf ku di çarçêva sefera xwe ya welatên Herêmê de serdana Omanê kiriye îro li paytexta vî welatî Mesqetê bi wezîrê derve yê Omanê Bedir bin Hemûd Elbûseîdî re civiya û pê re derbarê pêwendiyên du welatan û guhertin û geşedanên dawiyê yên navçê gotûbêj kir.
Zerîf di vê hevdîtinê de ji pêvajoya erênî ya hevkariyên aborî û bazirganî yên du welatan pêşewazî kir û tekez kir ku pêdivî ye biryarên Komîsyona Hevkar a Aborî di navbera Îran û Omanê de werin şopandin û cîbicîkirin. Di vê çarçêvê de biryar e ku di pêşerojeke nêzîk de ev Komîsyona dewra 19-an a civîna xwe li dar xîne, loma Zerîf hêvîdar e ku hevkariyên du welatan berfire û zêde bibin.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê behsê mijarên girîng ên peywendîyên her du welatan di warên sîyasî, aborî û navçeyî de kir û hewildanên Oman jibo lîstina rolek erênî di meselên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê de bi nirx û hêja nirxand û ji ber vê yekê sipasiya vî welatî kir.
Her weha wezîrê karên derve yê Omanê jî kêfxweşiya xwe ji hevkariya her du welatan di warên cûrbicûr de anî ziman û banga berfirehkirina hevkariyên Tehran-Mesqetê kir.
Hevkariya di warên tranzît û veguhastinê de, di astên dualî û pir alî, hevkariya dadwerî, radestkirina tawanbaran û pevguhertina girtiyan, mijarên din bûn ku wezîrên karên derve yên Îran û Omanê di hevdîtina xwe de li ser wan gotûbêj kirin.