Zerîf îro ji Iraqê diçe Omanê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku îro çarşemê "Mihemed Cewad Zerîf", Wezîrê Karên Derve yê Îranê, diçe welatê Omanê.
Li gorî IRNAyê, "Seîd Xetîbzade" şeva Sêşemê diyar kir ku mebest ji sefera Zerîf a Omanê gotûbêjkirina bi rayedarên vî welatî ser hevkariyên dualî li navçê ye.
Zarîf niha li herêma Kurdistana Iraqê ye.
Wezîrê Derve yê Îranê sibeha Duşemê ji Qatarê çû paytexta Iraqê Bexdayê.
Li Bexdadê, Zerîf digel kesayetiyên iraqî yên di astên cûrbicûr de, tevî serokwezîr, serokomar, serokê meclîsê, rêberên olî û eşîrên Şiyî û Sunî, û kesayetiyên akademîsyenên iraqî re civiya.
Di van civînan de, yek ji wan mijarên sereke yên ku rayedarên Iraqî li ser hevfikir bûn; Sipas û qedirzaniya ji rola bingehîn a Îranê di aramiya herêmî û şerê dijî terorîzmê de û hewlên xurtkirina têkiliyên digel cîranên xwe, nemaze Iraqê bû.
Her weha di van civînan de, pirsgirêkên siyasî, ewlehî, aborî û civakî hatin gotûbêjkirin.
Piştî Bexdayê, Zerîf çû Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê, da ku bi rayedarên vê herêm re bicive û ser mijarên curbicur gotûbêj bikin.