Sazkirina projeyên niştimanî yên cotkariyê bi amadebûna serokkomarê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i325801-sazkirina_projeyên_niştimanî_yên_cotkariyê_bi_amadebûna_serokkomarê_Îranê
Bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, çendîn projeyên cotkarî û çandiniyê yên neteweyî tên desbikarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2021 17:30 Asia/Tehran
  • Sazkirina projeyên niştimanî yên cotkariyê bi amadebûna serokkomarê Îranê

Bi beşdariya Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, çendîn projeyên cotkarî û çandiniyê yên neteweyî tên desbikarkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Projeyên neteweyî yên sektora çandiniyê di warên av û ax, çandinî, masîvanî, heywan û mirîşkan de bi nirxê heşt hezar û 147 mîlyar tûmen îro (Pêncşemî) bi amadebûna Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hatin lidarxistin.

Armanca van projeyan zêdekirina hilberîna heywanên avî, zêdekirina karsaziya mayinde, masîgiriya domdar û parstina kar û şixulên ku niha ne; Pêşkeftina masîvaniyê di avên dûr ji welat de, îstifadeya zêde ji îmkanên heyî, geşedana perwerdekirina heywanên avî di nav avên şûr de, geşedana îxracatê û bidestxistina diravê dereke ji riya masîvaniyê.

Van projeyan, bi 5,570 mîlyar tûman veberhênana sektora taybet, dê ji bo 6,580 kesan kar peyda bike.