Rûhanî: Niha dora 5 + 1ê ye ku wezîxa bi cih bîne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî got: Îranê gişt pêsparte û wezîfeya xwe bi cih anîiye û li dû aştiyê ye û roja îro noba koma 5 + 1ê ye ku wezîxa bi cih bîne.
Li gor ajansa Iran Pressê, Hesen Rûhanî di merasima sûdwergirtina ji projeyên neteweyî yên wezareta Pêşesazî, Madenan û Bazarganiyê got: Ji hêla exlaqî, siyasî û dîrokî ve, serbilindiya herî mezin a neteweya Îranê ye tevî ku aliyê din ji peywirên xwe dûr ket û peywirên xwe binpê kirin, em salek sekinîn, ji 2018-an heya Gulana 2019-an, û ji hingê ve me dest bi kêmkirina peywir û erkên xwe kir.
Rûhanî her wiha got: "Yên ku îro dibêjin bila Amerîka pêşî dest bi diyalogê bik an jî Îran divê pêşî lê bigire bila bala xwe bidinê ku salekê me barê Rêkeftina Navokî bi tenê hilgirt û di du salên din de eva Îran bû ku du salan para mezin a barê vê rêkeftinê hilgirt.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Neteweya mezin a Îranê nîşanî cîhanê da ku ew berpirsiyariyên xwe yên siyasî, qanûnî û exlaqî bicîh tîne, li aştî û çalakiya nukleerî ya aştiyane digere.
Rûhanî tekez kir: "Divê Amerîka û Ewropa zanibe ku her roj derengbikin ser zirara wan e û divê her roj zûtir ew serî li ber qanûn, rêzikname û biryara 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya YN bitewîn û xwe li ber mezinahiya neteweya Îranê bi tewazû bibin eva ser xêra wan û cîhanê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îro, di vê rewşa pir baş de, dema ku Rêberê Mezin ê Inqiklaba Îslamî bi zelalî diyar kir ku heke Amerîka cezayan hilîne, em ê vegerin ser hemî sozên xwe, eva tê wateya danûstandin û hevkêşeyek serketî bi xêr û sûd ji bo herêm û cîhanê, lê Amerîkiyan ev fersenda zêrîn fam nekir û nekarîn wê bikar bînin, ew îro û sibê dikin, û raporên ku li ber destê me de ne nîşan didin ku ev hukumeta nû jî ji rastiyên Îranê dûr e.