Xetîbzade: Tedawiya zorê ya Amerîkayê ya li dijî yên din berdewam dike
Adar 26, 2021 13:06 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade di tweetek tinazker de rewşa vê demê weke meha xweşiya Ewropayê û rêveberiya Biden da zanîn û tekez kir ku kiryar û reftarên bi zorê yên Amerîkayê li hemberî yên din bi Trump re dest pê nekiriye û piştî wî jî naqede.
Li gorî IRNAyê şeva Pêncşemê, Xetîbzade di vê twîtê de zêde kir: "Em naxwazin meha hingivê ya kesek xirab bikin, lê diyar e dîplomasiya bi şêwaza Pompeo tê guman kirin ku li cî be."
Wî domand: Divê ev banga şiyarbûnê ya nû be; reftar û kiryara bi zorê ya Amerîkayê li hemberî yên din bi Trump dest pê nekir û piştî wî jî bi dawî nabe.
Xetîbzade ji Troika Yekîtiya Ewropayê re şîreteke dostane kir û got: Hinekî cesaretê bikin.