Serleşker Sefewî: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324859-serleşker_sefewî_berevanî_û_ewlehî_bêyî_zanistê_nayê_bidestxistin
Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê destnîşan kir: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2021 18:53 Asia/Tehran
  • Serleşker Sefewî: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin

Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê destnîşan kir: Berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayê bidestxistin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serdar serleşkerê pasdar Seyid Yehya Rehîm Sefewî Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê roja Şemiyê got:  Cîhan tê guhertin û şerên pêşerojê tam ciyawaz digel berê ne û nêrîna li berevanî û ewlehiyê û hêmanên bibandor li ser wê di halê guhertinê da ne.

Rehîm Sefewî got: Di pêngava duyem a Înqilabê da, berevanî û ewlehî bêyî zanistê nayên bidestxistin.

Destyar û şêwirmendê bilind ê Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê got: Di pêngava duyem a Înqilabê da me pêwîstî bi fermandarekî heye ku ji bilî bawerî û mêrxasiyê, ji zanista leşkerî jî sûdê werbigire.