Balefira Keman-22, Yekem baledfira bêpîlot a pan-ceste ya cengî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i324383-balefira_keman_22_yekem_baledfira_bêpîlot_a_pan_ceste_ya_cengî_ya_Îranê
Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê di seredana qonaxên dawiyê yên Projeya Keman-22ê da got: Roja îro teknolojiya çêkirina cûreyên balefiorên bêpîlot li ber destê me ye û Balefira Keman-22 yekem balefira Pan-ceste ya cengî ya welêt e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2021 13:17 Asia/Tehran
  • Balefira Keman-22, Yekem baledfira bêpîlot a pan-ceste ya cengî ya Îranê

Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê di seredana qonaxên dawiyê yên Projeya Keman-22ê da got: Roja îro teknolojiya çêkirina cûreyên balefiorên bêpîlot li ber destê me ye û Balefira Keman-22 yekem balefira Pan-ceste ya cengî ya welêt e.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, Emîr sertîp balefirvan Ezîz Nesîrzade, Fermandarê Hêza Asimanî ya Artêşa Îranê di seredana qonaxên dawiyê yên Projeya Keman-22ê da got: Ev balefira bêpîlot pergalkirî bi barên cengî, optîkî û cengalî (Cenga Elektronîk) e û li gorî daxwazên operasiyonî yên Hêza Asimanî hatiye dîzaynkirin û di qonaxên dawî yên berhemanînê da ne.